‘Jin, Jiyan, Azadî’; Dengek ku sînor derbas kiriye
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmeyekê bûye şoreşa nifşekî ku daxwaza maf, azadî û jiyaneke bi rûmet dike. Dengek ku sînor derbas kirin û bandorek mezin li ser diyaloga civakî û mirovî kir.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşmeyek bû ku dengê jin, ciwan û kesên ku jiyaneke azad û bi rûmet dixwest vedigot. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê navê şoreşekê bû, dirûşmeyek ku ji nava civakê derket, bi lez sînoran derbas kir û dengê xwe da bihîstin bû. Ji destpêkê ve, vê tevgerê bandorek kûr li ser rewşa civakî û mirovî ya hemû beşên Kurdistanê kir û mohra xwe li ser raman û perspektîfa gelê Kurd hişt.
Di vê bernameya taybet de bi jinên ku azadiyê dixwazin re, me bandora şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û rewşa jinan berî û piştî şoreşê nîqaş kir.
‘Mêran jin wek kole digirtin dest’
Çalakvana bi navê Çîmen Ciwan Rûdî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê zêdetirî 47 sal in li herêmê ji bo tepeserkirina jinan dixebite. Li herêmê yasayên zorê li dijî malbat û jinan têne sepandin û wiha got: “Berî şoreşa Jîna Emînî, rejîma Îranê zêdetirî 47 salan ji bo tepeserkirina jinan û astengiyan li pêşberê wan di xebitî. Mêr xistibûn rewşekê ku desthilatdariyên xwe li ser jinan di sepandin. Ji bo jinan gelek zor bû ku bixebitin. Jin neçar bûn ku di karên malê de bixebitin. Pirsgirêk ne tenê hîcaba bi zorê bû, mêran jin wek koleyan digirtin dest û bi wê awayî nêzik dibûn. Ev pergala baviksalar jinan neçarî zewacê kir. Jin heta berî şoreşa Jîna Emînî jî ji bo azadiya xwe têdikoşiyan. Ev demek dirêj e em li dijî vê zihniyeta baviksalar a ku nêzîkî sedsalekê ye li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser jinan hatiye ferzkirin, Kampanyaya Yek Milyon Îmzeyan dimeşînin. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê heta rewatiya rojeke taybet ji bo jinan jî nas nedikir. Dema ku çalakiyên 8’ê Adarê yên yekem li Sine û Tehranê hatin lidarxistin, wan destûr nedan û jinan tepeser kirin.”
‘Jinan zilm û zoradarî qebul nekirin’
Çîmen Ciwan Rûdî da zanîn ku têkoşîna ku jinan 48 salan da meşandin, di şoreşa Jîna de gihîşt lûtkeyê û wiha domand: “Jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dengê xwe bilind kirin. Êşa wan xuya bû û êdî bêdengkirina jinan ne mimkun bû. Beriya şoreşê, jin rastî tundiyê dihatin û nerazîbûn nîşan didan, lê neçar dibûn ku wê qebûl bikin. Hîcaba bi zorê ji bo jinan ne tenê ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve, di heman demê de ji hêla mêrên di nav malbatan de jî tê ferzkirin. Mêran zîhniyeta Komara Îranê heta di nav malbatan de jî ferz dikirin. Wan biryar da ku divê yek têlek porê jinê neyê dîtin. Li dibistanan, zarok ger di bin hîcabên wan de têlek porê ku bi tevahî bedenê wan vedişart xuya bibûya dihatin cezakirin an jî ji dibistanê dihatin derxistin. Ev rewş jinan bêzar kiribû. Ji ber vê, di şoreşa Jîna de, jinan paşve gav neavêtin. Wan ev zilm û zordariya li ser wan hat kirin qebûl nekir.”
‘Heta îro jî, jin rastî kuştin û astengiyên cûda tên’

Çîmen Ciwan Rûdî destnîşan kir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, jin û mêr bi hev re daketin kolanan. Xuyabûna porê jinan tiştekî asayî bû. Lê Jîna Emînî ji ber beşek ji porê wê xuya bû, jiyana xwe ji dest da û ev tişt got: “Piştî wê, hîcaba bi zorê, heta ji bo mêran jî, girîngiya xwe winda kir. Di dema xwepêşandanan de, me dît ku mêr ligel xwişk, jin û zarokên xwe hîcaban derdixin û dişewitînin. Em êdî nikarin bibêjin ku rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vegeriyaye serdema berî şoreşa Jîna. Lêbelê, heta îro jî, jin rastî kuştin û astengiyên cûda tên. Ev fikir hîn jî berdewam dike, ji bo mêran qebûl e ku xwe bedew bikin, lê ji bo jinan ne wisa ye. Mêr jî hedefên vê pergala Îslamî ne ku wan wekî kontrolkerên li ser jinan bi cih dike.”
‘Jinên li Rojhilatê Kurdistanê di siyasetê de roleke çalak dilîzin’
Çîmen Ciwan Rûdî bal kişand ser guhertin û veguhertina ku ev hişmendiya şoreşa Jin Jiyan Azadî di mêr de ava kiriye û wiha dibêje: “Ev şoreş tevgereke avahîsazî bû. Wê mêr neçar kir ku di bin navê parastina ol û rûmetê de dest ji desthilatdariya xwe ya li ser jinan berdin. Îro, jin di herêmê de roleke girîng a aborî dilîzin. Wekî din, jinên li Rojhilatê Kurdistanê di siyasetê de roleke çalak dilîzin. Jin di girtîgehan de jî li ber xwe didin. Piştî şoreşa Jîna, hejmara girtin û cezayên darvekirinê yên li dijî jinan zêde bû. Tevî ku di girtîgehê de ne jî, ew dengê xwe bilind dikin û di girtîgehê de li ber xwe didin. Îro, jin dijminên xwe nas dikin, astengiyên ku rastî tên û mafên xwe ji hev cuda dikin. Ji ber vê, wan ji bo xwe tevgerek ava kirine. Ev nîşan dide ku jin êdî bi tenê rakirina hîcabên xwe razî nabin; ew armanc dikin ku bigihîjin astên herî bilind ên siyaset û aboriyê. Ew dixwazin di astên herî bilind ên siyasetê û di warên desthilatdariyê de şer bikin.”
‘Jin li girtîgehan berxwedanê dikin’
Çîmen Ciwan Rûdî di nava axaftina xwe de behsa platforma JÎNA ya ku ji bo bîranîna Jîna Emînî ji hêla pênç rêxistinên jinan ve hatiye avakirin kir û bal kişand ser girîngiya avabûyîna vê platformê û bi van gotinan dawî li axiftina xwe anî: “Herwiha, bi rêya platformek jinan a ji pênc rêxistinan pêk tê, armanc ew e ku jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi jinên li çaraliyê cîhanê ve girêbide û dengê wan bilind bike. Di dawiyê de, pirsgirêkên jinan gerdûnî ne û nikarin di nav sînoran de bên sînordarkirin. Ji bo jin astengiyan derbas bikin, xebat û têkoşîna hevbeş pêwîst e. Divê piştgiriya Zeyneb Celaliyan û jinên din ên mîna wê di girtîgehê de bên kirin. Tevî ku destûr nayê dayîn malbat û hevalên wan serdana wan bikin jî, ew di girtîgehê de têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Têkoşîna me ne tenê li dijî mêran e, li dijî pergala baviksalar e. Jin û mêr, bi malbatên xwe re, ji bo jiyanek azad bê misoger kirin, hewce ne ku li dijî vê feraseta Îslamî ya Îranê têkoşînek hevpar bidin bikin.”
‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ fêrî me jinan kir ku em bi hev re bin’

Çalakvana ciwanan ji Rojhilatê Kurdistanê Bawan Heqbîn, destnîşan kir ku peyva ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê jinekê ve li ser gora şehîd Jîna Emînî hatiye gotin û wiha got: “Ev şoreş wek ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê zanîn. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê jinekê ve li ser gora şehîd Jîna Emînî hate destpêkirin. Ev peyv pêşî ji devê jinekê derket, paşê di nav xwepêşandanan de deng veda û carek û carek din hate dubarekirin. Piştre em derbasî qonaxa qebûlkirina hevbeş bûn. Piştî şoreşê, me jinan ji hev hez dikir û bi hev re bûn. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ fêrî me jinan kir ku em bi hev re bin, hevgirtinê nîşan bidin, yekgirtî bin û ji hev hez bikin. Paşê, di dema xwepêşandanan de, pêwîstî bû ku em jinên Kurd di yekîtiyê de pozîsyona xwe xurt bikin. Dîroka me ya hevpar bi hev ve girêdayî ye.”
‘Rejîma Îranê ji ciwan û jinan di tirse’
Bawan Heqbîn anî ziman ku ev şoreş şoreşek maqûl e. Dema ku şert û merc bi awayekî maqûl bên nirxandin, rayedar li dijî wê derdikevin. Ew nahêlin jin li herêman bibin yek. Destûr nayê dayîn ku welatî, bi taybetî jin, kom bibin û têkiliyeke berfireh bi rejîma Îslamî re deynin û wiha got: “Niha beşek din ên zanîngehan girtî ne an jî bi awayekî onlîne perwerdeyê didin. Ji bilî civînên ciwanan, ew ji her cûre kombûna ciwanan ditirsin. Piraniya kafeyên ciwanan an di bin çavdêriyê de ne an jî girtî ne. Heta ku ciwan nêrînên xwe yên cûda bi hev re parve nekin û têkoşîna xwe ranewestînin, rejîma Îslamî ya Îranê ji her civîneke ciwanan ditirse.”
‘Vê şoreşê îspat kir ku bêyî jinên azad civakek azad nayê avakirin’
Bawan Heqbîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê ciwan li dora hev bicivin. Bi vî rengî, ew dikarin di seranserê dîrokê de nasnameya xwe biparêzin û têkoşînên xwe li herêmê bêtir berfireh bikin. Divê têkoşîn bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam bike. Vê şoreşê îspat kir ku bêyî jinên azad civakek azad nayê avakirin. Ya bi rastî qewimî ev bû: Em hemûyan beşdarî têkoşîn û çalakiyên vê şoreşê bûn, me dengê xwe di xwepêşandanan de bilind kirin. Ez hêvî dikim ku jin hêviya xwe winda nekin. Em niha di serdemek hesas re derbas dibin. Em ji Rojhilatê Kurdistanê heta hemû deverên Kurdistanê di vê serdemê re derbas dibin. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî û bi parastina destkeftiyên jinan derbas bikin. Divê em rê nedin ku tu alî me rawestîne. Êrîşên li dijî ciwan û jinan divê me nerawestînin. Divê em piştgiriyê bidin hev û hêviya xwe winda nekin, ji ber ku aso vekirî ye.”